Parlamenterê Rojhilatê Kurdistanê: Kurd ne provokator in

.

Parlamenterê Kurd yê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê Mehdî Ferşadan di Encûmena Şûraya Îslamî ya Îranê de, daxuyaniyên Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamaney yên dijî protestoyên Kurdan rexne kir.

Ferşadan ku nûnerê Sine, Dîwandere û Kamyaran e daxwaza azadkirina ciwanên ku ji ber protestoyên piştî kuştina Jîna Emînî hatine girtin kir û li ser rexne û tawanbariyên Xamaney wiha got: “Kurd ne provokator in. Em prokovokatoriyê şermezar dikin, herwiha piştguhxistina daxwazên Kurdan jî bi tundî şermezar dikin.”

Li gorî nûçeya Ajansa Xwendekarên Îranê (ISNA) ya nîvfermî, nûnerê Kurd gotinê Xanimey rexne kir û ragihand: “Şaristaniya pêşverû ya Kurd ti caran aliyê provokasyonan cî negirtiye. A rast di dîroka xwe de ti carî nebûne provokator û wê nebin jî.”

Herwiha Ferşadan got ku deshilata Îranê ji ber geşepêdana aborî û binesaziyê deyndarê Kurdistanê ye û destnîşan kir, “Min ji vir gelek caran gotiye ku divê piştevaniya Kurdistanê bê kirin. Bêkariya herî zêde li Eyaleta Kurdistan (Sine) ye û binesaziya wê jî nebaş e.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle