Parlamenterê Mehabadê rexneyên tund li Serokomarê Îranê kirin

.

Parlamenterê Mehabadê yê li Meclisa Şûraya Îslamî ya Îranê Celal Mehmûdzade diyar kir, nêzîkî %70ê dirûşm û sozên Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî nehatine cîbicîkirin û heta berevajî wan bûye.

Celal Mehmûdzade ji ajansa Îlna ya Îranê ragihandiye, Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di dema bangeşeya hilbijartinan û nasandina kabîneya xwe de çendîn dirûşm û soz dan, lê belê %70ê wan nehatiye cîbicîkirin û berevajî wan bûye.

Mehmûdzade li ser aboriya Îranê û enflasyona li welat diyar kiriye: “Biryar bû biha ji bihayên sala borî bilindtir nebe, biryar bû bihayê derman zêdetir nebe, rêjeya enflasyonê kêm bibe û her sal derfetên kar werin ragihandin û milyonek xanî werin çêkirin, lê belê ji van ti yek nehatin cîbicîkirin.”

Herwiha li ser pêwendiyên navbera Meclisa Şûraya Îslamî û hikûmetê diyar kir, peyamek li paş wan kartên zer ên ji hikûmetê re hatine dayîn heye û gotiye “peyam wê ew e ku hikûmet bernameyên Meclisê cîbicî nekiriye û pêwendiya navbera van herdu saziyan roj bi roj lawaztir dibe”.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle