Parlamentera YSPê: Li Şirnexê zêdeyî 500 hezar ton dar hatine birîn

.

Parlamentera  Partiya Çepên Kesk (YSP) Sumeyye Boz ragihand ku li parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi hincetên “ewlehiyê” birîna daran û têkdana xwezayê berdewam e û got: “Tenê li Şirnexê  di sê salan de zêdeyî 500 hezar ton dar hatine birîn.”

Parlamentera YSPê ya Mûşê Sumeyye Boz roja Çarşemê 21ê Hezîrana 2023an di axaftina xwe ya li  Parlamentoya Tirkiyê de bal kişand ser mijara birîna darên daristanan û têkdana xwezaya parêzgehên Bakurê Kurdistanê.

Sumeyye Boz dîmenên axaftina xwe ya li Parlamentoyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kirin û got: “Li Kurdistanê bi birîna daran  xweza tê jinavbirin û mirov bo koçê tên neçarkirin. Mirov tên neçar kirin ku wan navçeyên hatine talankirin bicihbihêlin. Em polîtîkayên ewlehiyê qebûl nakin.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle