Parlamenter Ayşe Surucu xwast bi Kurdî biaxive, mikrofona wê hat bêdengkirin

.

Li Parlamentoya Tirkiyeyê, astengiyên li pêş zimanê zimanê Kurdî û qedexeya bikaranîna Kurdî didomin.

Li Meclîsa Tirkiyê, axaftina Kurdî ya parlamentera HDPê ya Rihayê Aşye Surucu, hat birîn û nehiştin bi Kurdî biaxive.

Li Meclisa Tirkiyeyê, do li ser butçeya sala 2022yan a Wezareta Teknolojî û Sanayiyê û butçeya saziyên girêdayî Wezareta Karên Hundir axaftin hebûn. Parlamentera HDPê Surucu jî mafê axaftinê girt. Surucu pêşî qala girtiyên nexweş Aysel Tugluk û yên din kir û got, divê di cih de ew bên berdan.

Surucu pişt re eşkere kir ku ew dixwaze çend tiştan jî bi Kurdî bêje û dû re van gotinan veguherîne Tirkî. Piştî dest bi axaftina bi Kurdî kir, mîkrofona wê hat girtin û nehiştin ew bi Kurdî bidomîne.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin