Parêzgerê Kerkûkê Rebwar Taha: “Leşkerên êrîşê cotyaran kirin, niha di bin çav de ne”

.

 Parêzgerê bajarê Kerkûkê Rebwar Taha li ser mudaxeleya ku ji aliyê leşkeran de bo cotyarên Kurd yên li bajarê Kerkûkê, li devera Sergaranê hat kirin daxwuyanî da. Taha got ku serokwezîrê Iraqê di bin serpereştiya cîgirê wezîrê dadê yê Iraqê komîsyonek wezîfedar kiriye da mijarê lêpirse.

Parêzger Rebwar Taha her weha got ku leşkerên êrîşê ser cotyarên Kurd kirine hatine binçavkirin. Bûyera êrîşa leşkerên artêşa Îraqê ya ser cotyarên Kurd, îro piştî nîvro qewimî. Rebwar Taha li ser pirsgirêka cotyaran got ku:

“Pirsgirêka cotyaran mijarekî ku wext jê re lazime û ji bo şareseriyê nivîsekî me şand ji bo ofîsa serokwezîrtiyê. Li ser bûyerê komisyona lêpirsînê ava kirin. Hem hat xwestin ku yekîneyên leşkeran ji deverê vekişin. Parlementoya Iraqê biryarê da ku biryarên konseya rayedar betal bike. Em bendene ku hukumet ji me re agahiyan bide.

Bila cotyarên devera Sergaran sebir bikin û aram bin. Bêguman em ê di rêya qanûn û dezgeyên fermî de mijarê çareser bikin.”

Li gor daxwuyaniyê; wê sibê bi komisyona wezîfedar re li baregeha parêzgehê, civînekî taybet bêkirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle