“Parêzgehên Iraqê û herêma Kurdistanê wek hev in”

Serokwezîrê Iraqê radighîne, lêpirsîn di gel Herêma Kurdistanê, derbarê dahata petrolê bi rêya birrîna mûçeya fermanberan nabe.

Serokwezîrê Iraqê radighîne, lêpirsîn di gel Herêma Kurdistanê, derbarê dahata petrolê bi rêya birîna mûçeya fermanberan nabe.

Di hevpeyvîneke rojnamevanî de, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî red kir, ku cudahî di navbera parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê de hebe û got, hemû wek hev in.

Herweha Serokwezîrê Iraqê, derbarê çawaniya serederîkirina di gel Herêma Kurdistanê de got, lêpirsîn li gel Herêmê derbarê dahata petrolê bi rêya pirsa qutkirina mûçeya fermanberan nabe û tekez jî kir, yasaya budceyê wek xwe bicîh dikin û got, ew dixwazin hemû welatiyên Iraqê bi awayekî baş bijîn.

Derbarê pirsa Heşda Şeibî û têkel kirina li gel hêzên Ewlekarî yên Iraqê, Abdulmehdî got, dest bi bicîhkirina biryarê dikin û red kir, ku ti givaşek di wê derbarê de hebe.

Siyaset Haberleri

Rêxistineke Almanyayê: Me alîkariya 1200 Kurdên Êzidî kiriye
Wezareta Koçê ya Îraqê: 49 hezar malbatên Şingalî hîn jî venegeriyan malên xwe
Mîrê Êzidiyan: Daişê nekarî dîroka 4000 salî ya Êzidiyan tine bike
Ebdulkerîm Omer: YPJ tevlî Wezareta Karên Navxwe dibe
Serokê ENKSyê: Ziyareta Nêçîrvan Barzanî ya Şamê mifteya aramiyê ye