Parêzgariya Mêrdînê konsera hunermendê Kurd qedexe kir

.

Konsera hunermendê Kurd Azad Bedran a li navçeya Nisêbînê ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê hat qedexekirin. Bedran li ser hesabê xwe yê medya civakî nerazîbûn nîşan da û got, “Ev ne yekem û nabe dawî jî lê em dê di 14ê Gulanê de dawiyê li vê zîhniyeta qedexeker bînin.”

Biryar bû hunermendê Kurd Azad Bedran roja 14ê Sibata 2023an li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê konserekê saz bike, lê Bedran roja Şemiyê 4ê Çileya 2023an li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku konsera wî ji aliyê parêzgariya Mêrdînê ve hatiye qedexekirin.

Azad Bedran diyar kir ku konser di çarçoveya qedexeya çalakiyan a 28ê Çile ya Mêrdînê de hatiye qedexekirin û got, “Konsera me 2 roj piştî dîroka giştînameyê ye (qedexeya çalakiyan). Gelo parêzgarî ji vê agahdar e?”

Hunermendê Kurd her wiha derbarê biryara parêzgariyê da nerazîbûna xwe pêşan dide û dibêje, “Ev ne yekem û nabe dawî jî, lê em dê di 14ê Gulanê de dawiyê li vê zîhniyeta qedexeker bînin.”

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?