Parêzgariya Amedê bernameya bibîranîna Şêx Seîd qedexe kir

.

 Parêzgariya Amedê bernameya bibîranînî ya Komeleya Şêx Seîd qedexe kir.

Bernameya bibîranîna Şêx Seîd ku dê îro li Amedê bihata lidarxistin, ji aliyê Parêzgariya Amedê ve hat qedexekirin.

Bernameya bibîranînê dê ji aliyê Komeleya Şêx Seîd ve li Navenda Çandê ya Sezaî Karakoç bihata sazkirin.

Di biryara qedexeyê de hat gotin, “dê pergala giştî û ewlehiyê ya jiyana asayî bisekinîne yan jî bibe sedema têkçûna wê”.

Şêx Seîd, serokê Serhildana Şêx Seîd e ku sala 1925an li dijî Komara Tirkiyeyê dest pê kir. Ew rêberekî siyasî û olî yê Kurd bû.

Serhildana ku li Pîranê dest pê kir û belav bû, bi awayekî leşkerî hat tepisandin.

Şêx Seîd û 47 hevalên wî yên serhildanê 29ê Hezîrana 1925an li Amedê bi biryara dadgehê hatin şehîdkirin.

Şêx Seîd di dîroka tevgera neteweyî ya Kurdan de wekî kesayetiyekî girîng tê naskirin û serhildana wî wekî yek ji serhildanên herî mezin ên Kurdan tê qebûlkirin.

Kurdistan Haberleri

Krîza 'dorpêça dualî' ya li Tengava Hurmizê kûrtir dibe
Xezîneyeke nû ya zimanê Kurdî: Etîmolojiya zaravayên Kurdî derket
Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir: Îdaman rawestînin û girtiyan serbest berdin
Îraq: Pergala dijîdron Herêma Kurdistanê li xwe nagire
ROJAVA - Guhertina sîstema perwerdeyê: Zimanê Kurdî dê bibe derseke vebijêrkî?