Parêzgarê Semsûrê dest ji kar berda

.

Parêzgarê parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê ku yek ji navçeyên erdhejên 6ê Sibatê ye ragihand ku wî dest ji erkê xwe berdaye.

Parêzgarê Semsûrê Mahmut Çuhadar îro Înê 10ê Sibata 2023an bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wî  dest ji erkê xwe berda ye.

Çuhadar di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wî ji ber sedemên tendirustî dawî li erkê xwe aniye.

Parêzgarê Semsûrê dibêje, “Min ji ber sedemên tendirustî efuya  xwe ji erkê xwe yê parêzgariya Semsûrê xwest ku ev derdora sê sal in li ser vî erkî me. Baweriyeke min a bihêz heye ku dê birînên erdheja 6ê Sibata 2023an bi hevgirtina dewlet û gel  bên pêçan. Dê cihekî taybet ê Semsûr û gelê wê di dilê me de hebe.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle