Parêzgarê Hewlêrê: Ti binkeyeke Îsraîlê li Hewlêrê nîne

.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw da xuyakirin ku di encama êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê de 2 kes birîndar bûnû û li ser gotegotên medya Îranê û alîgirên wê ku dibêjin, êrîşa moşekî li ser navenda îstaxbarata Îsraîlê ya li Hewlêrê hatiye kirin got, ti binkeyeke Îsraîlê li Hewlêrê nîne ku hinek aliyên Îranê propaganda wê dikin.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro Yekşemê piştî êrîşa bi 12 moşekan a bi şev li ser Hewlêrê hatiye kirin civîneke rojnamevanî li dar xist.

Xoşnaw got: “Armanca êrîşê konsulxaneya nû ya Amerîkayê bû, ew moşek negihîştin armanca xwe û li cihên sivîl ketin xwarê, ji bo nimûne kanala Kurdistan 24 her çiqas armanc nebû, lê ji ber ku nêzîkî cihê bûyerê bû ziyan bi ber ket.”

Parêzgarê Hewlêrê eşkere kir, di encama êrîşê de 2 hemwelatî birîndar bûne ku yek ji wan şofêr e, di encama şikestina caman de birîndar bûye û kesê din jî pasewanekî baxekî ye ku li nêzikî cihê bûyerê bû.

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN