Parêzgarê Hewlêrê Li Amedê Seredana PWKyê Kir

.

Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnav  li gel heyeta xwe roja 01.05.2024ê li Amedê seredana Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) kir.

Serokê Giştî yê PWKyê  Mustafa Ozçelîk û rêvebirên PWKyê, bi awayekî germ pêşewazîya Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnav  û  heyeta li gel cenabê wî kirin.

Mustafa Ozçelîk bixêrhatina Umîd Xoşnav  û heyeta li gel kir û ji ber vê seredanê spasîya wan kir.

Mustafa Ozçelîk, di derbarê bîr û rayên PWKyê de agahdarî da û piştigirîya PWKyê ji bo destkeftîyên federe yên Herêma Kurdistanê anî zimên.

Umîd Xoşnav  jî ji ber vê pêşewazîyê spasîya PWKyê kir, di derbarê rewş û girîngîya Herêma Kurdistanê de agahdarî da û girîngîya xebata sîyasî, aştîyane, demokratîk ya li Bakurê Kurdistanê anî zimên.

Parêzgarê Hewlêrê  Umîd Xoşnav  kêfxweşîya xwe ya ji bo vê pêşewazîya PWKyê ya  dostane û germ anî zimên..

01.05.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye