Parêzgarê Helepçeyê : Divê Helepçe bibe parêzgeh

.

Parêzgarê Helepçeyê Azad Tûfîq bi mebesta Roja Helebçeyê de, balê kişand ku qezabûyîna Helepçeyê divê heta niha bihata bicîhkirin û daxwaz kir ku Iraqa nû Helepçeyê bike parêzgeh û butçeya wê dabîn bike. 

Azad Tûfîq ragehand û got: “Îraqa nû li ser bingeha yek hevokê çê bû, ew jî li dû gotinên Koln Paul ê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê wê demê li civîna Civata Ewlehiya Navdewletî bû, dema got “Rijêma Sedam Hisênî çekê komkuj heye û li ser deverê gef e, yanî divê Sedam nemîne”, bi vê hevokê Sedam li ser desthilatê nema”.

Herwesa got, “Belgeyê hebûna çekê komkuj li Îraqê 16ê Adarê ye ku wê rojê Helbece hatibû kîmyabarankirin, êdî çima Helebceyê nakin parêzgeh û budceyê jê re dabîn nakin?”.

Azad Tûfîq herwesa ragehand, “Em hêvîdar in Îraqa nû doza Helebceyê ji aliyê îdarî ve bi hikmet werbigire”.

Li roja 24ê Mijdara 1869ê Qayimqamê yekê yê Helebceyê dest bi karî kiribû, ev roj bi rengekî fermî kiriye roja Helebceyê.

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin