Parêzerên Yekîtiya Baroyan li herêma erdhejê karê lêkolîna avahiyan dikin

.

Parêzerên Yekîtiya Baroyên Tirkiyê li navçeya Antakya ser bi parêzgeha Hatayê parêzer kolan bi kolan digerin û avahiyên herifîne û zerar gehiştiye wan lêkolîn dikin û encaman tomar dikin da ku bikaribin di warê hiqûqî de wek delîl bên nîşandan.

Hejmarek parêzerên girêdayî Yekîtiya Baroyên Tirkiyê ji bo karê bê kirin di nav xwe de dabeş dikin. Hindek ji wan avahiyan tespît dikin û hindek ji wan jî bi telefonê zerara heyî tomar dikin û bo bernameya navenda baroyê dişînin.

Parêzer Ahmet Kandemir got “Eger sitûnên teqiyayî hebin em wêneyên wan digrin, wêneyên hesinan, tuxla û hemû tiştên di çêkirina avahiyan de hatine bikaranîn digrin. Lêkolîn tê kirin ka gelo sitûnên avahiyê hatine birrîn an na û hemû midexaleyên ji bo avahiyê hatine kirin tên tomarkirin. Ji ber piştî kavil bên rakirin kes nikare kêmasiyên hatine kirin destnîşan bike.”

Parêzerên Yekîtiya Baroyên Tirkiyê ne tenê li Hatayê di heman demê de li 10 parêzgehên din yên herêma erdhejê jî heman kar û xebatan dikin.

Parêzer Firat Can Kalis dibêje “Hevalên me yên ku li vê derê vî karî dikin li beramber vî karî ti pereyekî wernagrin. Hemûyan dest ji karê xwe berdane û hatine ji bo alîkariya welatiyên vê derê. Armanca me ew e bi awayekî rast sedema herifîna avahiyan zelal bikin daku edalet pêk bê.”

Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023an ku li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bûn sedema hilweşîna bi deh hezaran avahiyan, bi biryara Wezareta Dadê ya Tirkiyê derbarê kesên di çêkirina avahiyên hilweşiyayî de xemsarî kirine, lêpirsîn hatibû destpêkirin. Li gor amarên herî dawî di çarçoveya wê lêpirsînê de heta niha 1171 gumanbar hatine diyarkirin û ji wan 279 kes hatine giritn û ji bo 250 kesan jî biryar desteserkirinê heye.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt