Parêzer Birden: Ez çûm qereqolê da muwekilê xwe bibînim lê polîsan li min xistin

.

Li bajarê Rihayê li navça Sûrûcê (Persûs) parêzerê bi navê Yılmaz Birden dema çû qereqolê, polîsên qereqolê lê xistin. Berya parêzer here qereqolê, di navbera muwekîlê wî yê bi navê F.B. û polîsên trafîkê de gengeşe çêbû û F.B. biribûn qereqolê.

Sedema munaqeşa navbera muwekilê parêzer û polîsê trafîkê; li ser lamba ereba wî vênediket ditirsiya ku jê re cezayê trafîkê bibirin. Li ser munaqeşa wî û polîsan, polîs bi sedema li hemberê polîs ‘di berxwe daye’ ew biribûn qereqolê.

Li ser desteserkirina F.B. parêzer Yılmaz Birden jî çû qerqolê û li qereqolê di navbera wan de gengeşe dertê.

Piştî gengeşa li qereqolê, parêzer Yılmaz Birden ji serê xwe birîndar bû û bi amabûlansê ew birin nexweşxana dewletê ya Sûrûcê. Li nexweşxanê rapora derblêdanê sitend û bû gilîdarê polîsan.

Kurdistan Haberleri

Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK