Papa Francis Êrîşa Îranê ya li Hewlêrê Şermezar Kir

.

Papa Francis îro Çarşemê êrîşa Îranê ya li Herêma Kurdistana Îraqê şermezar kir û bang li hemî partîyan kir ku rê li ber gurbûna girjîya li Rojhilata Navîn bigirin.

Bi êrîşa Îranê re fikar çêbûn ku girjîya bi şerê Hamas û Îsraîlê re gur bûye, bi alîgirên Tehranê yên li Lubnan, Surîyê, Îraq û Yemenê hîn mezintir bibe.

‘’Ez piştgirî û nêzîkîya xwe jibo qurbanîyên êrîşa muşekî ya li Hewlêr ya paytexta Herêma Kurdisana Îraqê radigihînim.’’ Papa Francis got.

Wî dîyar kir ku cîran ne bi êrîşan, lê bî dîyalog û danûstandinan peywendîyên baş çêdikin û got ku ew bang li hemî kesan dike ku girjîya li Rojhilata Navîn gur nekin.

Papa Francis jibo qurbanîyên şer yên li Ukrayna, Îsraîl û axa Filîstînîyan banga diayan kir.

Jêder: Reuters

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle