Panelekî bi berbijêrên meclîsa Ewropa ya Danîmaraka re!

.

Îro 26.05.2024 Federasyona Komelên Kurdî li Danîmaraka ji bo berbijêrên parlamentoya Ewropa panelekî li dar xist.

Panel, bi bixêrhatina Moderatorê panelê Yimaz Yildiz destpê kir. Dû re serokê Federasyonê Adnan Axacan dubare bixêhatina panelîstan û guhdaran kir. Û kurte axaftinekî di derbarê armanca panelê de axifî.

Moderator Yilmaz Yildiz, yeko yeko panelîstan da nasîn ku ji van partîyan û berbijêran pêkdihatibûn; Ji Sosyalistisk Folkeparti-SF Kristine Amalie Rostgoord, Venstre - Alexsandra Sasha, Radikale Venstre - Lartey Lawson, Liberal Alliance - Martin Sibast Laguesen, Alternativet - Peter Socevic, Enhedslisten - Ibrahim Benli. Panelîst yeko yeko axifin û behsa ku werin helbijartinê ewê çi bikin kirin.

Di beşa pirs û bersivan de, serokê Federasyonê Adnan Axacan bi kurte şîroveyekî di derbarê rewşa Kurdistanê re çend pirsan kir. Herwiha ji beşdaran jî çend kes pirsên xwe kirin. Panelîst jî bi dorê bersiva pirsan dan.

Panel, bi sipasîya panelîstan ku Federasyon karekî wiha pêkanîye û sipasîya berpirsên federasyonê ku panelîst li ser banga wan hatine û sipasîya beşdarên civînê qedîya.

Piştê ku panel qedîya, Federasyon ji bo her panelîstekî li gel ala ya Kurdistanê diyarîyekî pêşkêşê wana kir.

Di 09.06.2024 de, dê ji bo parlamentoya Ewropa li Danîmarka hilbijartin pêkwere.

 

26.05.2024/Rûpela Nû

 

Kurdistan Haberleri

PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ
PWK LI STOCKHOLMÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ
Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin