PAKîyan Li Ser Mezelê Wî Hevalê Xwe Îzzet Kandemîr Bibîranîn

.

Rêvebir û endamên PAKê yên Amedê û Seweregê, roja 30.12.2021ê bi minasebeta yekemîn salvegera wefata Îzzet Kandemîr, li Sêweregê, li ser mezelê wî bibîranînek li dar xistin. Malbata Îzzet Kandemîr û Sîverek Lîselîler Grûbû jî beşdarî bibîranînê bûn.

Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran , li ser mezelê Îzzet Kandemîr, di derbarê jîyan û têkoşîna Îzzet Kandemîr de axaftinek kir. Paşê yên li ser mezel bûn fatîhayek xwendin.

PAKê û Sîverek Lîselîler Grûbû çeleng danîn ser mezelê Îzzet Kandemîr.

Paşê rêvebir û endamên PAKê seredana mezelê welatperwerên Kurd Faîk Bûcak, Necmettîn Buyukkaya, Ferît Ûzûn û Ekrem Karahan jî kirin. Li ser mezelên wan fatîha xwendin.

Endam û kadroyekî esasî yê partîya me PAKê, hevalê me yê hêja, kedkarê dilsoz ê doza azadîya Kurdistanê, welatperwerê Kurd kek Îzzet Kandemîr, roja 30.12.2020ê ji ber nexweşîya pênceşêrê ji nav me koç kiribû..

Kek Îzzet Kandemîr ji 50 salî zêdetir kedkar ,têkoşer û xebatkarê doza azadîya Kurdistanê bû.

30.12.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle