Pakistan bi mûşekan bersiva êrîşên Îranê dide

.

Ajansa “AFP” li ser zarê ajansên îstixbarata Pakistanê ragihand, artêşa Pakistanê çend armanc li nav axa Îranê bombebaran kirine.

Berpirsên îstixbarata Pakistanî gotin, wan baregehên çend komên çekdar yên dijberên Pakistanê li hundirê Îranê kirine armanc.

Çavkaniyên Pakistanî diyar kirin, artêşê kampên “Artêşa Rizgariya Belûçistanê” li hundirê parêzgeha Sîstan-Belûçistanê ya Îranê kirine armanc.

Tekez kirin jî, hikûmeta Pakistanê dê di demek nêzîk de daxuyaniyeke fermî derbarê êrişa li nav axa Îranê de biweşîne.

Ji aliyê xwe ve, Ajansa fermî ya Îranê (IRNA) ji zarê berpirsekî parêzgeha Sîstan-Belûçistanê ragihand, li gelek deverên derdora bajarê Serawanê dengê teqînan hatiye bihîstin.

Cîgirê Parêzgarê Sîstan-Belûçistanê Elî Riza Marhematî ji Ajansa (IRNA) ragihand, di encama êrîşa Pakistanê de, 3 jin û 4 zarok ku welatiyên Îranê ne, hatine kuştin.

Ev di demekê de, Supaya Pasdarên Îranê roja 16ê Mijdarê êrişî çend çeperên komên çekdar li nava xak Pakistanê kiribû û di encamê de 2 zarok hatibûn kuştin.

Medyaya fermî ragihandibû, mûşekên Îranê du bingehên koma çekdar a “Ceyş El-Edil” li hundirê Pakistanê kirine armanc.

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ