PAK:Em welatperwerê Kurd Vedat Aydin bi rêzdarî bi bîr tînin

.

JİTEM a Dewleta Tirkîyeyê, welatperwerê Kurd Vedat Aydin di roja 05.07.1991ê de ji mala wî ve binçav kir. Di roja 07.07.1991ê da termê wî li kêleka rê hate dîtin.Vedat Aydin bi îşkenceyê hatibû qetil kirin.

Di roja 10ê Tîrmeha 1991ê de bi deh hezaran kes li Amedê beşdarî merasîma cenazeyê Vedat Aydin bûn. Polîs û hêzên taybet yên Dewleta Tirkîyeyê bi çekan êrîşî ser girseyê kirin. Di encama vê erîşê da gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn. Lê dîsa jî termê Vedat Aydin li Amedê hate defin kirin.

Vedat Aydin kadroyekî KİP/DDKDyê bû û ji vê dozê di hefsa Dîyarbekirê de raza bû.Gava ku hate qetilkirin jî Serokê Teşkîlata HEPê ya Amedê bû.

Em di 31emîn salvegera şehadeta wî da , welatperwerê Kurd Vedat Aydin û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.

05.07.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê( Partîya Azadîya Kurdistanê)

 

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle