PAK: Em Cejna Çarşema Sor a xuşk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî Pîroz dikin

.

Cejna Çarşema Sor cejna herî mezin a Kurdên Êzidî ye.

Kurdên Êzidî jê bawer dikin ku li gorî salnameya berê, di çarşema yekem ya meha nîsanê de avabûna gerdûnê temam bûye û jîyan destpêbûye. Ji ber vê jî vê rojê wek Cejna Çarşema Sor , wek Cejna Sersalê pîroz dikin.

Dînê Êzidî yek ji dînê herî kevnare yê Kurdistanê ye. Cejna Çarşema Sor a Kurdên Êzidî xwedîyê taybetmendiyeke dînî, kulturî, civakî û dîrokî ye.

Di dîroka xwe de xuşk û birayên me yên Kurdên Êzîdî ji ber nasnameya xwe ya olî û neteweyî tûşî gelek qetlîam û êrîş û karesatan bûne, lê wan tu carî dest ji zimanê Kurdî, dest ji nasnameya xwe ya olî, kulturî û Kurdayetiyê bernedane.

Di Cejna Çarşema Sor a Kurdên Êzîdî da em bangî hemû Kurd û Kurdistanîyên li cîhanê dikîn ku li himberî zilm û neheqî û êrîşên li ser Kurdên Êzidî helwestê bigirin û rê jî nedin ku tu aliyek xwe li ser wan de bisepînin.

Em bi hest û bîr û bawerî û hişmendîya xwe ya neteweyî û niştimanî Cejna Çarşema Sor, Cejna Sersalê ya xuşk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî pîroz dikin.

19.04.2023

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe
Rafael Grossi ji bo kargehên atomî banga hevkariya zêdetir li Îranê kir
UNESCO gundekî Hewramanê ji bo lîsteya "Baştirîn Gundê Geştyariyê" pêşniyar dike