PAKê li Stenbolê civîneke sohbetê li dar xist

.

Roja şemîyê, 05.11.2022yê, li Nûneratîya PAKê ya Stenbolê civîneke sohbetê hate li dar xistin.

Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun û Mehmet Gul di derbarê Konferansa Navxweyî ya PAKê ya ku di rojên 15 û 16ê cotmeha 2022yê li Amedê li dar ketibû da agahdarî dan û li ser rewşa her çar perçeyên Kurdistanê û Tirkîyeyê bîr û rayên PAKê anîn ziman.

Kasim Ergun bi zaravayê kurmancî, Mehmet Gul jî bi zaravayê Kirmanckî/Zazakî û bi Tirkî axaftina xwe pêşkêş kirin.

Rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd Huseyîn Taysûn û Mahmût Bîlen jî bîr û rayên xwe pêşkêş kirin.

Civîn bi pirsên beşdaran û bersîvên Kasim Ergun û Mehmet Gul bi dawî hat.

Civîn bi awayekî berhemdar derbas bû.

Nûnerê Kurdistan TVyê yê Stenbolê Mehmet Sanri û kedkarên Kurdistan TVyê jî civîn şopandin.

05.11.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt