PAKê li Stenbolê civîneke sohbetê li dar xist

.

Di roja 09.04.2022yê li Nûneratîya PAKê ya Stenbolê de civîneke sohbetê hate li dar xistin.

Ji ber pandemîya Covîd-19ê, eve demeke dirêje ku li Stenbolê civîn nedihatin li dar xistin.

Nûneratîya PAKê ya Stenbolê, li gel ku cîhê wan teng bû jî, roja 09.04.2022yê civîneke serkeftî, bi beşdarîya gelek welatperwerên Kurd li dar xist.

Civîn bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê bû.

Di civînê de Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun bi zaravêyê Kurmancî, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKêMehmet Gul jî bi zaravayê Kirmanckî/Zazakî û bi Tirkî axaftin.

Kasim Ergun rewşa her çar perçeyên Kurdistanê û bi taybetî rewşa bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê û rewşa Tirkîyeyê nirxand ; li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê li ser çareserîya pirsgirêka Kurd û Kurdistanê û pêwîstîya hevkarî û tifaqên neteweyî , niştimanî de nêrînên PAKê anî zaiman.

Mehemt Gul jî, di derbarê hevdîtinên PAK, PSK û TDK-TEVGERê yên ji bo li ser bingehê Daxwazên Acîl yên miletê Kurd ava kirina Alîyê Kurdî de agahdarî da û girîngîya xebatên ji bo Daxwazên Acîl anî ziman. Mehmet Gul herweha li ser rewşa Tifaqên Cimhûr û Miletê, li ser rewşa Tirkîyeyê û rol û pêwîstîya sîyasî û ya pêk anîna Alîyê Kurdî bîr û rayên PAKê anî ziman.

Di berdewamîya civînê de beşdaran pirsên xwe kirin, Kasim Ergun û Mehmet Gul ev pirs bersîvandin.

Civîn bi awayekî berhemdar û serkeftî bidawî hat.

09.04.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

PWK : Jenosîda Dêrsimê xelekek ji siyaseta ji holê rakirina miletê Kurd e
Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî