PAKê li Sêweregê Damezranêrê PAKê Îzzet Kandemîr Bibîr Anî

.

PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê), roja 31.12.2022yê, li Sêweregê, li ser mezelê wî, welatperwerê Kurd, yek ji damezranêr û kadroyê PAKê, kedkarê doza azadîya Kurdistanê Îzzet Kandemîr bibîr anî.

Welatperwerê Kurd, Îzzet Kandemîr roja 30.12.2020ê ji ber nexweşîya xwe koça dawî kir. Cenazeyê Îzzet Kandemîr li Sêweregê hatibû veşartin.

Rêvebir û endamên PAKê yên Amedê û Ruhayê, gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, malbat, nas û welatîyên Sêweregê, roja 31.12.2022yê li ser mezelê wî, Îzzet Kandemîr bibîr anîn.

Di vê bibîranînê da, endamê Meclîa Partîyê ya PAKê Adnan Ozbîngol di derbarê jîyan, xebat, têkoşîn, kesayet û dilsozîya Îzzet Kandemîr da axaftinek kir.

Malbata Îzzet Kandemîr ji bo bibîranîna wî xwarinek amade kiribûn.

Piştî bibîranînê, hemû beşdarên bibîranînê bi hev ra xwarina bibîranîna Îzzet Kandemîr xwarin.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?