PAKê Li Ruhayê Seredana Malbata Şenyaşaran Kir

.

Heyeteke PAKe ya ku ji Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Nûrûllah Tîmûr û Vahît Aba, endamên Meclîsa Partîyê ya PAKê Mehmet Dortyama û Mehmet Alî Yilmaz pêk hatî, roja 05.01.2023yê li Ruhayê seredana Malbata Şenyaşaran kir.

Ji ber ku xanim Emîne Şenyaşar ji bo emelîyata xwe li nexweşxaneyê bû, kurê wê Ferît Şenyaşar nobeta malbatê berdewam dikir. Ferît Şenyaşar pêşewazîya heyeta PAKê kir.

Heyeta PAKê hemû êrîş, neheqî û zordarîyên ku li Malbata Şenyaşaran hatîye kirin şermezar kirin. Heyeta PAKê got ‘’Em bi her awayî piştgirîya we dikin. Ev lêgerîn û helwesta we ya ji bo edaletê , di eslê xwe da beşeke ji doza têkoşîna azadîya gelê kurd, beşeke ji lêgerîn û têkoşîna gelê me ya ji bo mafên demokratîk, edalet û wekhevîyê ye’’.

Ferît Şenyaşar jî li ser navê malbata xwe spasîya heyeta PAKê kir.

05.01.2023

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye