PAKê li Meydana Şêx Seîd, gerekên Derê Çîyayî û Balikçilarbaşi ya Amedê ji bo dersa bijarte ya kurdî broşur belav kir

.

PAKê 1ê Sibata 2023yê roja çarşemê, li Meydana Şêx Seîd, li gerekên Balikçilarbaşi, Derê Çîyayî, Melîk Ahmed yên Amedê ji bo dersên bijarte broşur belav kir.

Ji bo serîlêdana dersa bijarte ya kurdî 10ê Sibatê roja dawîyêye.

PAKê ji malbatan daxwaz kir ku bi formên dersên bijarte serî li dibistanan bidin û ji bo zarokên xwe, wek mafekî rewa û yasayî, dersa kurdî(Kurmancî, Kirmanckî/Zazakî) hilbijêrin.

Di destpêka broşur belav kirinê da, Polîsên Amedê li Meydana Şêx Seîd nîvsaetê rêvbir û endamên PAKê sekinandin, paşê rêdanê ku PAK broşuran belav bikin. Lê di temama çalakîyê da polîs her li gel PAKîyan digeriyan.

Rêvebir û endamên PAKê , dîsa bi êlegên xwe yên ku amblema PAKê û nivîsa ‘’Zimanê me hebûna me ye’’ hatibû nivîsandin broşur belav kirin.

Di dema belav kirina broşuran da, gelê me yê Amedê bi eleqeyeke germ pêşewazîya broşurên PAKê kirin, piştgirîya xwe ji bodersa bijarte anîn ziman.

PAK roja 02.02.2023yê dê gereka Dîcle Kent a Amêdê broşurên dersa bijarte belav bike.

01.02.2023

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle