PAKê li Gereka Bayramoglu ya Amedê ji bo dersa bijarte ya kurdî broşur belav kir

.

PAKê li Gereka Bayramoglu ya Amedê ji bo dersa bijarte ya kurdî broşur belav kir

PAKê roja 31ê Çileya Paşîna 2023yê roja sêşemê, li Gereka Bayramoglu ya Amedê ji bo dersên bijarte broşur belav kir.

Ji bo serîlêdana dersa bijarte ya kurdî 10ê Sibatê roja dawîyêye.

PAKê ji malbatan daxwaz kir ku bi formên dersên bijarte serî li dibistanan bidin û ji bo zarokên xwe, wek mafekî rewa û yasayî, dersa kurdî(Kurmancî, Kirmanckî/Zazakî) hilbijêrin.

Di destpêka broşur belav kirinê da, Polîsên Amedê li nêzîkî Parka Koşûyolûyê midaxaleyî rêvebir û endamên PAKê kirin, nehiştin broşuran belav bikin. Polîsan gotin ‘’Hûn bi êlegên PAKê vê broşurê belav dikin. Ev çalakîya we neyasayî ye em rê nadin hûn broşuran belav bikin’’. Lê rêvebir û endamên PAKê gotin ‘’Mafê dersa bijarte bi biryareke dewletê hetîye destpê kirin. Ev çalakîya me jî ji bo piştgiîya dersa bijarte ye. Em êlegên xwe jî dernaxin û emê broşurên xwe jî belav bikin’’.

Li ser vê israra rêvebir û endamên PAKê, polîs bi peywendîyeke telefonî peywendî bi berpirsên xwe yên li Navenda Emnîyeta Amedê ne gerîyan. Piştî nivsaetê , rêdanê ku PAK broşuran belav bikin. Lê di temama çalakîyê da polîs her li gel PAKîyan digeriyan.

Di dema belav kirina broşuran da, gelê me yê Amedê bi eleqeyeke germ pêşewazîya broşurên PAKê kirin, piştgirîya xwe ji bodersa bijarte anîn ziman.

PAK roja 01.02.2023yê dê li Meydana Şêx Seîd, Derê Çîyayî û Balikçilarbaşi ya Amêdê broşurên dersa bijarte belav bike.

31.01.2023

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt