PAKê Li Amedê Rêberê Miletê Kurd Şêx Ebdulselam Barzanî Bibîranî

.

Bi minasebeta 108emîn salvegera darve kirina rêberê Kurd Şêx Ebdulselam Barzanî, Teşkîlata Amedê ya PAKê roja 14.12.2022ê semînerek li dar xist.

Axaftvanê semînerê lêkolîner û nivîskarê Kurd Seîd Veroj bû.

Moderatorê semînerê Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran bû.

Di destpêka civînê de ji bo Şêx Ebdulselam Barzanî û ji bo hemû şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin.

Paşê li ser navê PAKê, Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran girîngî û rola rêberê Kurd Şêx Ebdulselam Barzanî ya neteweyî, civakî, olî, eşîrî û însanî de kurte axaftinek kir.

Piştî axaftina Hanîfî Tûran, lêkolîner û nivîskarê Kurd Seîd Veroj di derbarê jîyan, xebat, bîr û bawerîyên rêberê Kurd Şêx Ebdulselam Barzanî de agahdarîyên berfireh da.

Piştî semînera Seîd Veroj, beşdarên semînerê pirsên xwe kirin û rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd Îbrahîm Guçlu, Osman Karavîl û Omer Ozmen jî di derbarê jîyan û têkoşîna Şêx Ebdulselam Barzanî da bîr û rayên xwe anî ziman.

Li gel rêvebir û endam û alîgirên PAKê, nûnerên PSKyê û TDK-TEVGERê û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd beşdarî semînerê bûn.

Telewîzyon û ragehandina kurdî jî eleqeyeke baş nîşanî semînerê dan.

14.12.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt