PAK, PSK, TDK-TEVGERê li Stenbolê Roja Alaya Kurdistanê pîroz kirin

.

Bi beşdarîya rêvebir û endamên PAK, PSK, TDK-TEVGERê û rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd , PAK, PSK, TDK-TEVGERê roja 17.12.2022yê, li Stenbolê Roja Alaya Kurdistanê pîroz kirin.

Pîrozbahîya Roja Alaya Kurdistanê li Nûneratîya Stenbolê ya PAKê hate li dar xistin.

Pîrozbahî bi rêzgirtina ji bo hemû şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Di pîrozbahîya Roja Alaya Kurdistanê da, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun di derbarê dîroka amade kirina Alaya Kurdistanê û di doza dewletbûnê da girîngîya wê anî zimên.Kasim Ergun, Alaya Kurdistanê wek nirxeke esasî ya neteweyî, niştimanî ya hemû pêkhateyên Kurdistanê pênase kir.

Serokê Teşkîlata Stenbolê ya PSKyê Mensûr Kara jî daxuyanîya hevbeş a PAK, PSK, TDK-TEVGERê ya di derbarê Roja Alaya Kurdistanê da xwend.

Beşdarên pîrozbahîyê jî di derbarê Roja Alaya Kurdistanê da bîr û ray û hestên xwe anîn zimên.

Telewîzyonên kurdî Kurdistan TV, Kurdistan24 TV, Rûdaw TVyê, pîrozbahîya Roja Alaya Kurdistanê ya PAK, PSK, TDK-TEVGERê ya li Stenbolê şopandin.

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?