PAK, PSK, TDK-TEVGERê Li Îzmîrê Newroz Pîroz Kirin

.

Li Îzmîr a bajarê Tirkîyeyê , roja 20.03.2022yê di hola Kovara Dengê de , bi beşdarîya endamên PAK, PSK, TDK-TEVGERê û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd Newroz hate pîroz kirin.

Pîrozbahîya Newrozê bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê bû.

Di destpêka pîrozbahîyê de endamê meclîsa PAKê Mehmet Ermîş li ser girîngîya Newrozê axaft. Paşê Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Nevzat Teker di debarê maneya newrozê, rewşa Kurdistanê û girîngîya hevkarî û tifaqa neteweyî, niştimanî axaftinek kir. Nûnerê TDK-TEVGERê Mehemt Kaya jî daxuyanîya hevbeş a PAK, PSK, TDK-TEVGERê ya li ser newrozê xwend.

Pîrozbahîya Newrozê ya li Îzmîrê bi stranên Berzan Kiliçaslan, Narîn Kiliçaslan, Seyfettîn Karatay, Bedrî Çinar û bi dîlan û govendê bi awayekî bi coş derbas bû.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle