PAK, PSK, TDK-TEVGERê Li Amedê Newroz Pîroz Kirin

.

PAK, PSK, TDK-TEVGERê roja 20.03.2022yê li Amedê û li Îzmîr a bajarê Tirkîyeyê Newroz pîroz kirin.

Li Amedê di hola Hotel Plazayê de bi beşdarîya endamên PAK, PSK, TDK-TEVGERê, nûnerên PDK-Platform, HUDAPAR, DEVA Partisi, Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, Serokê ŞIVIDERê Azîz Ozalp, Swerokê Komeleya Farqînîyan Mehemt Çelîker,nûnerê DIERGê û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd û gelê me yê Amedê Newroz hate pîroz kirin.Serokê KKPyê Sînan Çîftyurek û rêvebirê KKPyê, parlamenterê HDPyê Nûsrettîn Maçîn jî peyama pîrozbahîyê şandin.

Pîrozbahîya Newrozê bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê û bi Sirûda Neteweyî Ey Reqîb ê destpê bû.

Di destpêka pîrozbahîyê de Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran li ser girîngîya Newrozê axaft û bang li gelê Kurdistanê kir da ku piştigrîyê bidin xebata PAK, PSK, TDK-TEVGERê ya ji bo hûnandina hevkarîyeke li ser Bernameya Daxwazên Acîl ên miletê Kurd. Paşê Serokê Giştî yê PSKyê Mesûd Tek di debarê newrozê , rewşa Kurdistanê û girîngîya hevkarî û tifaqa neteweyî, niştimanî axaftinek kir.

Berdevkê TDK-TEVGERê Yûsûf Aydin jî daxuyanîya hevbeş a PAK, PSK, TDK-TEVGERê ya li ser newrozê xwend.

Pîrozbahîya Newrozê ya li Amedê bi stranên Koma Erbanê ya Jinan a Dîyarbekirê û Hunermendê Kurd Sebahattîn Yildiz(Sebahattîn Xoce) û bi dîlan û govenda beşadaran, bi awayekî bi coş derbas bû.

Kurdistan Haberleri

Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin
SANA: Di pevçûna ligel HSDê de leşkerekî Sûrî hate kuştin
Di civîna Urdinê de ji bo Siwêdayê 4 biryar hatin dayîn