PAK Li Parîsê beşdarî bibîranîna Dr. Sadiq Şerefkendî bû

.

Roja 17.09.2022yê, li Parîs a paytextê Fransayê, li goristana Père Lachaise ya ku mezelê Dr. Qasimlo, Dr. Şerefkendî, Yilmaz Guney, Ehmed Kaya jî lê ne, bi minasebeta 30emîn salvegera şehadeta Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî , bi beşdarîya gelek kesayet, welatperwer û partîyên Kurdistanî, Dr. Sadiq Şerefkendî, hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê hatin bibîranîn.

Di vê merasîma bibîranînê da, PAK bi gelek endam û piştgirên xwe ve tevlî merasîma bîranînê bûn. Endam û alîgirên PAKê bi navê PAKê destegulek danîn ser gorên şehîdan û Rêvebirê PAKê Îhsan Aydin kurte axaftinek pêşkêş kir, Dr.Sadiq Şerefkendî û hevalên wî bibîranî û Dewleta Îranê protesto kir.

Îhsan Aydin di vê axaftina xwe da herweha ji bo yekîtîya herdû alîyên PDK-Î yê jî, kêfxweşîya xwe anî ziman, PDK Îran pîroz kir.

Di bibîranînê da, li ser navê PDK-Î yê Xebat û Ezîz Memlî axivîn. Konsolê Fransa yê berê Frédéric Tissot, Serokê Enstîtuya Kurdî Kendal Nezan, li ser navê muxalefeta Îranê Mücahîdînî Xelq û Îranî 2 nûner axivîn. Hevala Dr.Şerefkendî ya ji sala 1973yê heta şehadeta wî, Joyce Blau jî axaftinek kir.

Partîya Azadîya Kurdistanê-PAK Fransa

Bixwîne:PAK li Berlînê beşdarî meşa bibîranîna Dr.Sadiq Şerefkendî bû û peyamek şand

Bixwîne: PAK: Em Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî bi giramî bibîr tînin

Kurdistan Haberleri

Newroz îsal zû hat Danîmarka yê
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana Mamoste Îsmaîl Beşîkçî Kir
Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê: Tîmeke me ji bo têkbirina dronên bombebarkirî li Hewlêrê ye
Umêd Xoşnaw: 6 leşkerên Fransayê birîndar bûne
Mucteba Xamineyî: Em dê şer bidomînin û tola xwe hilînin