PAK Li Dêrika Smaîlaxa Beşdarî Bibîranîna Welatperwerê Kurd Hemîd Kiliçaslan Bû

.

Weqfa Hemîdê Smaîlaxa roja 27.11.2022yê li gundê Dêrika Smaîlaxa, bi minasebeta duyemîn salvegera wefata welatperwerê Kurd, Hemîd Kiliçaslan(Hemîdê Smaîlaxa) bibîranînek li dar xist.

Berdevkê PDK Bakur, kedkar û kadroyekî pêşeng ê doza azadîya Kurdistanê , welatperwerê Kurd Hemîd Kiliçaslan(Hemîdê Smaîlaxa) roja 27.11.2020ê ji ber nexweşîya Covîd-19ê koça dawî kiribû.

Rêvebirên Weqfa Hemîdê Smaîlaxa , malbat û meriv û nas û dostên kek Hemîd Kiliçaslan, heyetên PAK, PSK, TDK-TEVGER, HAK-PAR, PÊLKURDê, gelek rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd û gelê Dêrika Smaîlaxa beşdarî bibîranînê bûn.

Li ser navê PAKê, heyeteke ku ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê û Serokê Teşkîlata Mêrdînê Bedran Acar û rêvebir û endamên PAKê pêk hatî beşdarî bibîranînê bûn.

Heyeta PAKê rêz û silavên Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk gîhandin malbata kek Hemîd Kiliçaslan û li ser navê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk çelengeke gulan danîn ser mezelê kek Hemîd.

27.11.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

14 welatiyên xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin
Îraq tedbîrên li ser sînorên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tund dike
Asayîşa Kurdistanê: Bazirganê madeyên hişbir ê navneteweyî hat girtin
Amedspor, ji tîmeke futbolê wêdetir: 'Îro cejna me Kurdan e'
PWKê LI BATMANÊ JENOSÎDA DERSÎMÊ (TERTELE) BIBÎRANÎ