PAK/ Ewropa: Em rêberê miletê Kurd  Mele Mistefa Barzanî bi giramî bibîr tînin

.

Mele  Mistefa Barzanî yek ji rêberên neteweyî yê miletê Kurd e. 

Ew aktor û şahîdê gelek rûdanên dîrokî bû.

Ji roja jidayikbûnê heta wafata wî, jiyana Mele Mistafa Barzanî, kurte çîroka têkoşîna neteweyî ya Kurd û Kurdistanê , ya di sedsala 20an de ye.

Jiyana Mele Mistefa Barzanî, bi şer, hefs , koçberî, surgun , wêranî û bi trajedîyên mezin ve dagirtî ye. Herweha jiyana Mele Mistefa Barzanî, bi xweşî û nexweşîyên xwe, bi serkeftin û şikestinên xwe, bi welatperwerîyê, bi xebat û têkoşîneke bêwestan, bi hêvî, dilsozî û biryardarîyê, bi berxwedanê  ve hatîye hûnandin.

Rêbaza Mele Mistefa Barzanî, berdewamîya rêbaza doza Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyid Riza, îhsan Nurî , Pêşewa Qazî Mihemed e.

Alaya Kurdistanê ya ku Pêşewa Qazî Mihemedî teslîmî Mele Mistefa Barzanî kir, tu carî li erdê neket. Û ew alaya ku Mele Mistefa Barzanî teslîmî pêşmergeyên Kurdistanê kiribû, bi gelek êş û zilm û qetlîaman ve, lê bi têkoşîna pêşmergeyên qehreman, bi  têkoşîna  hemû kedakarên doza azadîyê li Başûrê Kurdistanê îro bi awayekî serfirazî li ser Parlamentoya Kurdistanê li Hewlêrê li ba dibe.

Ji bo Mele Mistefa Barzanî û ji bo hemû şehîd û kedkarên têkoşîna azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê, dê xelata herî mezin, yekgirtina hemû hêzên neteweyî, niştimanî be; dê lê xwedî derketin û pêşde birina destkeftinên Federe yên Herêma Kurdistanê be; dê azadî û serxwebûna Kurdistanê be.

Em di 43yemîn salvegera wefata wî de, rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî bi giramî bibîrtînin.

PAK/ Ewropa
01.03.2022

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin