PAK Ewropa: Em bi wefata Hevzullah Nêrweyî gelek xemgîn in

.

Duh êvarê têkoşer, pêşmerge, dilsozê welat û miletê xwe Hevzullah Nêrweyî ji ber krîza dil ji nav me barkir. Hevzullah Nêrweyî him wek siyasetmedarekî û him jî wek kurdekî li diasporayê ji bo Kurd Kurdistanê hemû wextê xweyê heyî terxan dikir. Hevzullah yek ji berpirsên têkiliyên derve yê PDKê bû, yek ji rêvebirê Komeleya Gulan û herweha yek ji  xebatkarên Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bû.
Hevzullah herçiqas ji Başûrê Kurdistanê bû jî, qandî Kurdên Başûr herweha di dilê kurdên hemû aliyên Kurdistanê ciyê xwe girtibû. Xebatkar, dilsoz, mutewazî û çêkerî xusûsiyetên wî yên ku wê di bîra me de bimînin.

Serê Malbata wî, gelê Kurdistanê, serê PDK, serê Kurdên Swêdê sax be. Em wek piştgirên PAKê li Ewrûpa dilxemgîn in, êşa malbatê û rêhevalên wî parve dikin

PAK-EWROPA
Piştgirên PAKê li Ewropa

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle