PAK: Em tehdîdên li ser Serokê Baroya Amedê Rêzdar Nahît Eren şermezar dikin

.

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) têkildarî gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Nahît Eren daxuyaniyeke da.

Di daxuyaniya PAKê de wiha hat gotin:

Em tehdîdên li ser Serokê Baroya Amedê Rêzdar Nahît Eren şermezar dikin

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di van demên dawiyê de gefa kuştinê ya bi rêya medyaya civakî ya li dijî  Nahît Eren nayê qebûlkirin û ew naxwazin bûyereke din a nû ya Alî Gunday rû bide û êşa Tahir Elçî dubare bibe.

Hinek alîyên nîjadperest û faşîst, di van rojên dawî da, li ser hesabên xwe yên sosyal medyayê, Serokê Baroya Amedê Rêzdar Nahît Eren tehdît dikin, wêneyên hevjîn, zarok û xizmên wî li ser sosyal medyayê belav dikin û bi vî rengî wan wek hedef nîşan didin.

Em wan tehdit û êrîş û gotinên nemirovane yên li dijî Rêzdar Nahît Eren û hevjîn, zarok û xizmên wî têne kirin, şermezar dikin.Em li gel Rêzdar Nahît Eren û malbata wî nin.

Em bangî hemû dezgehên peywendîdar yên Dewleta Tirk dikin da ku, di derbarê van kesên tehdîtkar gavên yasayî destpê bikin. Berpirsayarê yekem ê her hewleke ku jîyana Rêzdar Nahît Eren û ya malbata wî bixwe xeterîyê dê Dewleta Tirk bi xwe be.

Kurdistan Haberleri

Li Germiyanê 158 nêçîrvan hatin darizandin
Dadgehê biryar betal kiribû lê Îranê xwendekarê Kurd daleqand
Amerîka artêşeke robotan ava dike
“Mala Ezdaî Kalkarê” merasîmek ji bo jenosîda li dijî Ezdiyên Şingalê hat lidarxistin
Federsyona Komelên Kurdî Li Danîmarka Karesta Şengalê Bibîranî