PAK: Em şehîdên şewata Sînemaya Amûdê jibîr nakin

.

Em şehîdên şewata Sînemaya Amûdê jibîr nakin

Di roja 13.11.1960an de ji bo alîkarîya Şoreşa Cezayirê, li Rojavayê Kurdistanê rêveberên bajarê Amûdê yê rejîma Beasê li gor biryara Dewleta Sûrîyê, hemû xwendekarên dibistanên seretayî mecbûr dikin da ku biçin sînemayê li fîlmê ”Cerîmet Nisif el Leyl” (Cerîmeya Nîvê Şevê) temaşe bikin.
Salona ku ji bo 200 kesî ye nêzîkî 500 zarokên kurdan tê de bi cih dikin. Piştî ku hemû zarok dikevin hundurê sînemayê, eskerên Sûrîyê derî digrin û agir bi sînemayê dikeve.
Dema ku zarok şewateyê dibînin yekser berê xwe didin derîyê derketinê. Lê mixabin derî ji derve de hatine girtin û dengê zarokan û pêtên agirê sînemayê bi ax û fîgan berbi asîmanê ve dihere.

Di vê karesatê de ku bi navê ”Agirê Sînema Amûdê” tê zanîn, 283 zarokên kurdan dişewitin. Di vê bûyerê de rola qehremanê kurd Mihemedê Seîd Axayê Deqorî pir giring e ku wî gelek zarok ji vê şewatê xelas kirine.
Em di 62yemîn salvegera vê bûyera ku li Amûdê di dilê her kurdekî de birîneke kûr hêlaye, van şehîdên temenbiçûk bi bîr tînin.
 

13.11.2022
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

PWKyê li Kercewsê li ser mezelê wî welatperwerê kurd Feyyaz Ekmen bibîranî
Mehmet Kaya: Vakifbankê kredî daye qeyûm, nedaye karsazan
Xelatên 1emîn Festîvala Fîlmên Kurdî a Dusseldorfê hatin dayin
HTŞ hêzên xwe li derdora Efrînê bicih dike
3 welatên Ewropayê dê vîzeya Schengenê nedin Tirkiyeyê