PAK: Em Leyla Qasim û hevalên wê bi giramî bibîr tînin

.

Leyla Qasim û havlên xwe di roja 12.05.1974an de li Bexdadê ji alîyê rejîma Beasê ve hatin darvekirin.

Leyla Qasim têkoşereke jin a endama Partîya Demokrat a Kurdistanê-Iraq (PDK- I) bû.

Ew alaya ku Leyla Qasim ji bo wê jiyana xwe feda kir, îro li ser Parlamentoya Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê ba lêdibe.

Têkoşîna azadîya Kurdistanê ya ku Leyla Qasimê di rêya wê de jiyana xwe feda kir, îro li herçar parçeyên Kurdistanê berdewam e.

Tu darvekirin,kuştin, destdirêjî û jensoîdan heta îro nikarîbû rê li ber doza azadîya  Kurdistanê bigire û ji îro pê ve jî dê nikaribe bigire.

Em Leyla Qasim, hevalên wê
 Cevad Hemevendî, Nerîman Fuad Mestî, Hesen Heme Reşîd , Azad Suleyman Miran  û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.

12.05.2023

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
 

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk ji bo rewşa kurê Serokê PAKê Husên Yezdanpena li gel wî axivî
Li Germiyanê 158 nêçîrvan hatin darizandin
Dadgehê biryar betal kiribû lê Îranê xwendekarê Kurd daleqand
Amerîka artêşeke robotan ava dike
“Mala Ezdaî Kalkarê” merasîmek ji bo jenosîda li dijî Ezdiyên Şingalê hat lidarxistin