PAK: Em Leyla Qasim û hevalên wê bi giramî bibîr tînin

.

Leyla Qasim û havlên xwe di roja 12.05.1974an de li Bexdadê ji alîyê rejîma Beasê ve hatin darvekirin.

Leyla Qasim têkoşereke jin a endama Partîya Demokrat a Kurdistanê-Iraq (PDK- I) bû.

Ew alaya ku Leyla Qasim ji bo wê jiyana xwe feda kir, îro li ser Parlamentoya Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê ba lêdibe.

Têkoşîna azadîya Kurdistanê ya ku Leyla Qasimê di rêya wê de jiyana xwe feda kir, îro li herçar parçeyên Kurdistanê berdewam e.

Tu darvekirin,kuştin, destdirêjî û jensoîdan heta îro nikarîbû rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire û ji îro pê ve jî dê nikaribe bigire.

Em Leyla Qasim, hevalên wê Cevad Hemevendî, Nerîman Fuad Mestî, Hesen Heme Reşîd , Azad Suleyman Miran û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.

12.05.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin