PAK: Em kesayetên di Hotêla Madimakê da hatine qetil kirin bi rêzdarî bi bîr tînin

.

PAKê bi daxûyanîyeke Qetlîama Sêwasê şermazar kir qurbanîyen vê qetlîamê bi giramî bibîr anî.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê weha ye;

Em kesayetên ku di 2yê Temûza 1993yê da di Hotêla Madimakê da hatine qetil kirin bi rêzdarî bi bîr tînin

Di Temmûza 1993yan da, li Sêwasê, Şahîya Pîr Sultan Abdal hate li dar xistin. Gelek rewşenbîr û hunermend jî beşdarî vê şahîyê bibûn.

Di roja 2yê Temmûza 1993yan da qalabalixîyeke mezin êrîşeke ne mirovane birin ser Hotêla Madimakê ya ku beşdarên şahîyê lê diman û Hotêl şewitandin. Di encamê da 33 Reweşenbîr û hunermed û 2 xebatkarên Hotêlê hatin şewitandin, ji ber dûxanê fetisîn.

Êrîşkeran bi sloganên weke ‘’Sêwas ji yên laîk ra dê bibe mezel’’, li ber çavên polîs û hêzên ewlekarîyê yên dewletê êrîş biribûn ser Hotêlê.

Ev êrîş binpê kirina mafê jiyanê bû, li dijî mafê ramanî û bawerîyên cuda bû.

Bi minasebeta vê qetlîamê hinek doz hatin vekirin. Lê mixabin tu encam jê nehatin girtin, qesas û piştgirên vê qetlîamê heta îro jî nehatine aşkere kirin, nehatine ceza kirin.

Em qesas û êrişkerên vê qetlîamê û yên li pişta wan bûn, yên wan diparastin bi tûndî rûreş dikin.

Em di 29emîn salvegera vê qetlîamê da, qurbanîyên qetlîamê bi giramî bibîr tînin.

02.07.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

PWK: Destpêka Jenosîda Dêrsimê 4ê Gulana 1937ê ye!
‘Rojavayê Kurdistanê mijareke sereke ya Konferansa Cenevreyê bû’
Brîtanya: Xwepêşanderan rê neda ku polîs koçberan desteser bikin
Konferansa Brukselê ya ji bo piştgiriya Sûriyeyê hat lidarxistin
Nêçîrvan Barzanî ji bo 4 çiyageran peyamek belav kir