PAK: Em jenosîda Şingalê ya ku li ser Kurdên Êzidî pêk hatî ji bîr nakin, em qesasan rûreş dikin

.

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) bona 8emîn salvegera komkujîya Kurdên Êzidî daxuyanîyek belav kir û got: “Em jenosîda Şingalê ya ku li ser Kurdên Êzidî pêk hatî ji bîr nakin, em qesasan rûreş dikin”

Daxuyaniya PAKê wiha ye:

Îro heştemîn salvegera êrîşa DAIŞ a hov û terorîst a li ser Şingalê û derdora wê û komkujiya Kurdên Êzidî ji aliyê vê rêxistinê ve ye.

Roja 3ê Tebaxa 2014an, rêxistina DAIŞê êrîşeke berfireh bir ser navçeya Şingalê û derdora wê û bi hezaran welatîyên sivîl ên Kurdên Êzidî kuştin, û bi hezaran keç û jin û zarokên Êzidî jî êxsîr kirin.

Di wê êrîşê de bi sedan hezar xelkê sivîl ên Kurdên Êzidî mecbûr man cîh û warê xwe bihêlin, terk bikin.

Birîna jenosîda Şingalê ya ku xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî rûbirû bûne, birîneke kûr e û ya hemû Kurd û Kurdistanîyan e.

Heta nuha jî gelek keç û jinên Kurdên Êzidî di destê DAIŞ a hov de ne, wendayî ne.

Heta nuha jî piranîya gelê me yê ku mecbûr mane Şingalê terk bikin, nekarîne vegerin ser cih û warên xwe.

Parlamento û Hikûmeta Herêma Kuristanê divê ji bo pêçana birîna xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî bernameyeke taybet deynin ber xwe û bi cîh bînin.

Em bangî Netewên Yekgirtî dikin da ku jenosîda Kurdên Êzidî bi fermî ji alîyê Netewên Yekgirtî bê qebûl kirin.

Heşda Şahbî û YBŞ nahêlin peymana ku bi çavdêrîya Netewên Yekbûyî di navbera Bexda û Hewlêre da hatîye îmze kirin bêbicîh anîn. Li gorî vê peymanê gelê me yê Êzidî bêyî ku rûbirûyî astengîyan bibe dê bikaribin vegerin cîh û warên xwe.Netewên Yekbûyî û Bexda divê demildest hewecedarîyên vê peymanê bicîh bînin da ku xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî bikaribin vegerin Şingalê.

Di heyştemîn salvegera jenosîda Şingalê ya ku xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî rûbirû bûne de,em DAIŞ ê û hemû piştgirên wan careke din rûreş dikin.

Di 8êmîn salvegera jenosîda Şingalê ku xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî rûbirû bûne de, em hemû şehîdên vê jenosîdê bi giramî bibîr tînin; em xemxur û şirîkê hemû êş û birînên xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî ne.

Di heştemîn salvegera jenosîda Şingalê ya ku xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî tûşî bûne de,em DAIŞ ê û hemû piştgirên wan careke din rûreş dikin.

03.08.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: ‘Kek Feyyaz Di Dilê Me De, Di Têkoşîna Me De Dijî
PWKyê li Kercewsê li ser mezelê wî welatperwerê kurd Feyyaz Ekmen bibîranî
Piştî Kurdan Ereb jî konferansa xwe li dar dixin
Li Îranê teqîneke din çêbû: Mirî û birîndar hene
Li asmanan li pey xeyalên xwe difire: 'Ez bi jinbûn û Kurdbûna xwe serbilind im'