PAK: Em Jenosîda Ermenîyan Rûreş Dikin

.

 Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi peyamekî jenosîda Ermeniyan a ji aliyê Osmaniyan ve şermezar kir.

Li gor Buroya Çapemenî û Ragehandina PAKê daxuyanî waha ye:

Em Jenosîda Ermenîyan Rûreş Dikin

Dewleta Osmanî di sala 1915ê de nêzikî 1.5 milyon Ermenî bi awayekî plankirî qetil kir.

Jenosîda Ermenîyan jenosîdeke mezine di nav jenosîdên di cîhanê de.

Jenosîda Ermenîyan qirkirina miletekî ye û bi destê Dewleta Osmanî ve hatîye kirin.

Em di 108emîn salvegera jenosîda Ermenîyan de careke din Dewleta Osmanî û ‘İttihat Teraki’ û her kesekî/ê ku beşdarî vê jenosîdê bûye bi tundî rûreş dikin.

Em şirîkê êş û xema gelê Ermenîyan e.

24.04.2023

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ