PAK: Em hefskirina Mamoste ZARA Muhemedî protesto dikin

.


"ZARA Muhemedî ji Rojhilatê Kurdistanê, ji bajarê Sineyê ye. 

ZARA Muhemedî mamoste ye û çalakvaneka zimanê kurdî ye.

Herweha ZARA Muhemedî çalakvaneke ku bi hevalên xwe re di dema erdheja Kîrmanşanê û lehîya Loristanê da alîkarî ji bo gel berhev kirîye.

Ji ber ders dayînên bi zimanê kurdî yên ZARA Muhemedî û ji ber çalakîyên wê yên ji bo zimanê kurdî, dadgeha Dewleta Îslamî ya Îranê di heqê ZARA Muhemedî de doz vekirîye û di encama vê dozê de dadgehê 5 sal cezaya zindanê daye ZARA Muhemedî. 

ZARA Muhemedî di dadgehê de parastina xwe jî bi kurdî kirîye û ji heyeta dadgehê re jî gotîye:

”Ger hûn ji min fahm nakin, ji xwe re tercumanekî bînin!” 

Berîya ku here zîndana Cumhûrîyeta Îslamî ya Îranê, ZARA Muhemedî weha got:
”Xwelî li serê wî dijminî be ku hêvîya wî zindan û bendîxane ye!”

Em biryara cezaya hefsê ya ku Dewleta Îslamî ya Îranê ji bo Mamoste ZARA Muhemedî daye protesto dikin.

Em bangî Neteweyên Yekbûyî, Yekitîya Ewropa, hemû dezgehên mafê mirovan ên cîhanê dikin da ku li himberî vê biryara Dewleta Îslamî ya Îranê rawestin û ji bo Mamoste ZARA Muhemedî demildest ji hefsê bê berdan dengê xwe bilind bikin, helwesteke cidî bigirin."

10.01.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Di navbera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî