PAK: Em êrîşên Dewleta Îranê yên li ser baregehên partîyên Rojhilatê Kurdistanê şermezar dikin

.

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) derbarê bombebaranên îro yên li ser binkeyên Partiya Demokrat a Kurdistan – Îran li Koye û binkeyên Komeleya Zehmetkêşan li Zirgwêz a Silêmaniyê daxuyaniyeke belav kir.

Daxuyaniya PAKê wiha ye:

 Em êrîşên Dewleta Îranê yên li ser baregehên partîyên Rojhilatê Kurdistanê şermezar dikin.

Dewleta Îranê roja 14.11.2022yê, bi mûşekan û bi dronên bombekirî, êrîş birîye ser baregehên li Başûrê Kurdistanê yên PDK Îran(Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê) û Komeleya Şoreşgerê Zahmetkêşên Kurdistana Îranê.

Li gorî agahdarîyên heyî, di encama van êrîşan da du pêşmerge şehîd bûne û 8 kes jî birîndar bûne û zerareke mezin gîhaye baregehên her du partîyan.

Dewleta Îranê dixwaze rûyê xwe yê zordest û zalimane û şikesta xwe ya li himberî serîhildana gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê, bi êrîşên eskerî yên dijminane binixumîne.

Helbete ku bi van êrîşên dijminane, Dewleta Îranê dê nikaribe rê li ber doza azadîya gelê Kurdistanê bigire, dê nikaribe vê serîhildana meşrû ya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê tune bihesibîne.

Em van êrîşên Dewleta Îranê yên ku li ser baregehen du partîyên Rojhilatê Kurdistanê hatine kirin rûreş dikin û em piştgirîya xwe li herdu partîyan û li gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê radigihînin.

Ruhê şehîdên me şad, cîhê wan biheşt be. Em sarsaxîyê ji malbatên şehîdan û ji gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê ra, şîfaya xêrê ji birîndaran ra dixwazin.

Êrîşên Dewleta Îranê yên li ser baregehên Başûrê Kurdistanê yên PDK Îran(Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê) û Komeleya Şoreşgerê Zahmetkêşên Kurdistana Îranê, binpê kirina serwerîya Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Em bangî Hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Netewên Yekbûyî dikin da ku van êrîşên Dewleta Îranê protesto bikin. Netewên Yekbûyî divê bi biryar û helwestên xwe yên cidî rê li ber van êrîşan bigirin.

14.11.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye