PAK: Em êrîşên Dewleta Îranê yên li ser baregehên partîyên Rojhilatê Kurdistanê rûreş dikin

.

Dewleta Îranê roja 28.09.2022yê, bi mûşekan û bi dronên bombekirî, êrîş birîye ser baregehên li Başûrê Kurdistanê yên PDK Îran(Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê), Komeleya Şoreşgerê Zahmetkêşên Kurdistana Îranê û PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) a Rojhilatê Kurdistanê.

Li gorî agahdarîyên heyî, di encama van êrîşan da şehîd û birîndar jî hene û zerareke mezin gîhaye baregehên her sê partîyan.

Piştî ku Dewleta Îranê keça Kurd Jîna Emînî bi îşkenceyê kuşt, gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û gelê Îranê, ji bo protesto kirina kuştina Jîna Emînî, bi beşdarîya bi deh hezaran kesan , greva giştî û serîhildaneke mezin li dar xistin û ev serîhildan hîna jî berdewam e.

Dewleta Îranê heta nuha 76 xwepêşander qetil kirîye û bi hezaran jî girtî û birîndar hene.

Dewleta Îranê dixwaze rûyê xwe yê zordest û zalimane û şikesta xwe ya li himberî serîhildana gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê , bi êrîşên eskerî yên dijminane binixumîne.

Helbete ku bi van êrîşên dijminane , Dewleta Îranê dê nikaribe rê li ber doza azadîya gelê Kurdistanê bigire, dê nikaribe vê serîhildana meşrû ya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê tune bihesibîne.

Em van êrîşên Dewleta Îranê yên ku li ser baregehen sê partîyên Rojhilatê Kurdistanê hatine kirin rûreş dikin û em piştgirîya xwe li her sê partîyan û li gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê radigihînin.

Ruhê şehîdên me şad, cîhê wan biheşt be. Em sarsaxîyê ji malbatên şehîdan û ji gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê ra, şîfaya xêrê ji birîndaran ra dixwazin.

28.09.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Newroz îsal zû hat Danîmarka yê
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana Mamoste Îsmaîl Beşîkçî Kir
Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê: Tîmeke me ji bo têkbirina dronên bombebarkirî li Hewlêrê ye
Umêd Xoşnaw: 6 leşkerên Fransayê birîndar bûne
Mucteba Xamineyî: Em dê şer bidomînin û tola xwe hilînin