PAK: Em êrîşa li Teşkîlata Edeneyê ya HUDA-PARê hatîye kirin şermezar dikin

.

Roja 21.07.2023yê hinek kesan bi kêran êrîşek birîye ser kesên ku li Teşkîlata Edeneyê ya HUDA-PARê(Partîya Doza Azad). Di encama vê êrîşê da, Serokê Teşkîlata Edeneyê ya HUDA-PARê Rêzdar Salih Demîr birîndar bûye, Sekreterê Teşkîlata Edeneyê ya HUDA-PARê Rêzdar Sacît Pîşgîn jîyana xwe ji dest daye.

Li gorî agahdarîyên heyî tedawîya Serokê Teşkîlata Edeneyê ya HUDA-PARê Rêzdar Salih Demîr berdewam e.

Herweha li gorî agahdarîya ku hatîye belav kirin yek ji êrîşkeran hetîye desteser kirin.

Em vê êrîşê şermezar dikin.

Divê faîlên vê êrîşê demildest bêne dîtin û divê ev êrîş bi hemû alîyên xwe ve bê rohnî kirin.

Rehma xwedê li rêzdar Sacît Pîşgîn be, cîhê wî biheşt be.Em sersaxîyê ji malbata rehmetî, ji hezkirîyên wî û ji hemû camîaya HUDA-PARê ra dixwazin.

Em şîfaya xêrê ji Rêzdar Salih Demîr ra dixwazin.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ