PAK: Em Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê Bi Giramî Bi Bîr Tînin

.

Îro 85emîn salvegera qetil kirina serok û rêberê netewî yê Tevgera Netewî ya Kurd a Koçgîrîyê Elîşêr Beg û hevjîna wî Zerîfe Xanimê ye.

Serokê Tevgera Netewî ya Kurd a Koçgîrîyê Elîşêr Beg û Zerîfe Xanim hevjîna wî ya têkoşêr û kadroyeke rêber a Tevgera Netewî ya Kurd a Koçgîrîyê, piştî şikestxwarina Tevgera Koçgirîyê, teslîmî Dewleta Tirkîyeyê nebûn, bi salan li çîyayên Dêrsimê jîyan.

Dewleta Tirkîyeyê li Dêrsimê amadekarîya jenosîdeke berfireh dikir. Û gava ewil jî dixwest Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê bikujin.

Kesekî bi navê Zeynel ê ku kirîvê Elîşêr Beg bû, herweha sîxur û nokerê Dewleta Tirkîyeyê bû, roja 09.07.1937an serê Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê jêkirin û bir teslîmî Dewleta Tirkîyeyê kirin. Heta nuha jî kes nizane ka termên Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê li ku derê ne.

Em di 85emîn salvegera şehadeta wan de Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.


09.07.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin