PAK: Em Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî bi giramî bibîr tînin

.

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Sekreterê Giştî yê PDK-Îranê Dr. Sadiq Şerefkendî bi bîr anî.

Daxuyaniya PAKê wiha ye:

Em Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî bi giramî bibîr tînin

Sekreterê Giştî yê PDK-Îranê Dr. Sadiq Şerefkendî di 17yê îlona sala 1992an de li bajarê Berlînê li welatê Almanya li gel sê hevalên xwe yê endmên PDKÎyê ji aliyê sîxurên Dewleta Îranê ve hatin qetil kirin.

Em Dewleta Îranê careke din jî ji ber vê qetlîamê rûreş dikin.

Di 30emîn salvegera şehadeta wan de em Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî û hemî şehîdên doza azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.

17.09.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle