PAK: Em desteserkirina Cemîl Taşkesenê ku gotibu ‘vê derê Kurdistan e’ şermezar dikin

.

"Seroka Giştî ya İyi Partîyê Meral Akşener roja 28.10.2021ê li Misirc(Kurtalan)a navçeya Sêrtê seredana esnafan kir.

Di dema vê seredanê de esnafekî ku bi navê Cemîl Taşkesen ji Meral Akşenerê re weha got ‘’Zimanê me , nasnameya me ya Kurdî tê înkar kirin. Vê derê Kurdistan e. Li Meclîsa Tirkîyeyê Kurdistan tê înkar kirin’’.

Ji ber van gotinên Cemîl Taşkesen Serdozgerîya Cimhûrîyetê ya Kurtalanê bi îthama ku ’‘propagandaya rêxistina terorê kirîye’’ di heqê Cemîl Taşkesen de lêpirsîn destpê kirîye û Cemîl Taşkesen ji alîyê polîsan ve hatîye desteser kirin.

Tu eleqeya wan gotinên Cemîl Taşkesen bi ‘’propagandaya terorê’’ ve tuneye.

Cemîl Taşkesen rastîya nasnameya Kurdî, zimanê kurdî û rastîya Kurdistanê anîye ziman. Ev di çerçoweya azadîya ramanî de mafekî meşrû ye.

Em desteserkirina Cemîl Taşkesen şermezar dikin û em dibejin divê demildest Cemîl Taşkesen serbest bê berdan.

Em bangî hemû partîyên sîyasî, Baroyan, dezgehên sivîl , parastvanên azadîya ramanî û bangî hemû gelê xwe dikin da ku li Cemîl Taşkesen xwedî derkevin."

29.10.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Sûdanî: ‘Çarşema Sor’ li Iraqê dê bibe tatîla fermî
Fuad Hisên: Me gelek bizav kirine ku komkujiya Êzidiyan li ser asta navneteweyî wekî jenosîd bê naskirin
DIHOK - 4 kes di Çemê Xazirê de xeniqîn
Daraza Îranê 6 mehkûman îdam kir ku 3 ji wan Kurd in
Hamasê peyama "domandina şer" da