PAK: Em 8000 şehîdên Enfala Barzanîyan bi rêzdarî bibîrtînin

.

Di roja 31ê tîrmeha 1983yan de li dijî Barzanîyan Enfal hate li dar xistin. 8 Hezar mêrên Barzanîyan ku temenê wan ji 7 salî heta 85 salî bûn , ji alîyê rejîma Seddam , ji herêma Barzanê hatin derxistin û anîn herêma Qûştepe ku bi ser wîlayeta Hewlêrê ve ye û li kampên Qûdus û Qadisîyê heps kirin. Mêrên Barzanîyan bi rojan bê av û bê nan di nav van kampan de hiştin, di dawîya ezîyeteka mezin de hatin wendakirin.

Çi bi serê van mirovan de hat, heta îro jî nayê zanîn. Di ser vê jenosîdê de 40 sal derbas bû ye, lê hîn jî tu xeber ji piranîya van 8 hezar kesan tuneye. Ev mirov hatin îmhakirin û bi tevayî hatin binaxkirin. Cenazeyên kêm kesan ji wan vê dawîyê hatine dîtin.

Em di 40emîn salvegera Enfala 8000 Barzanîyan de, şehîdên Enfala Barzanîyan û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.Hemû qesasên Enfala Barzanîyan careke din rûreş dikin.

31.07.2023

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin
Îlham Ehmedê li ser Rojhilat û Başûrê Kurdistanê daxuyanî da