PAK: Divê Hemû Girtîyên Sîyasî Jî Ji Guhertinên Qanûna Înfazê Feydê Wergirin

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) di derheqê qanûna înfazê daxûyanîyek belav kir.

Di daxûyanîya xwe de PAK wiha got:

“Wazîfeyeke esasî ya dewletê jî îro li himberî xeterîya corona vîrusê, parastina tenduristî û jîyana hemû girtîyên di hefsê de ne.

Li gorî Madeya Mafê Tenduristîyê ya Peymana Mafên Civakî, Kulturî û Ekonomîk a Netewên Yekbûyî, li gorî gelek peyman navnetewî û biryarên mehkemeyên  navnetewî, nabe ku tu girtîyên di hepsê de ji mafên xwe yên tenduristî û jîyanê bêpar bêne hiştin.Rewşa wan a hiqûqî çi dibe bila bibe, parastina tenduristî û jîyana hemû girtîyên di hefsê de ,wazîfe û berpirsiyarîyeke bingehîn a Dewleta Tirkîyeyê  ye.

Îro nêzîkî 300 hezar kesan di hevsan de girtî ne. Hikûmeta AK Partîyê jibo ku vê hêjmarê hinekî kêm bike, dizwaze di Qanûna Înfazê de hinek guhertinan bike.Lê dîyar e ku, li gorî agahdarîyên heyî, hikûmet naxwaze girtiyên sîyasî û girtîyên ku jiber fikir û nivîsên xwe di hefsan de ne ji van guhertinên Qanûna Înfazê feydê bigirin.

 

Helbete  ku divê hemû ceza, biryar û kiryarên ku rê li ber azadîya ramanî û xwe îfade kirinê, azadîya xebata sîyasî û rêxistinî digirin ji holê rabin.Divê di Qnûna Bingehîn û di hemû qanûnên din de , garantiyên jibo azadîya ramanîû xwe îfade kirinê, azadîya xebata sîyasî û rêxistinî bêne bicîh kirin.

 

Lê belê, berîya her tiştî, îro  van Guhertinên ku Hikûmeta AK Partîyê dixwaze di  Qanûna Înafazê de pêk bîne, divê  li gorî prensîba wekhevîyê ya  hiqûqa gerdûnî bênebicîh kirin. Divê  hemû girtîyên ku jiber xebatên xwe yên sîyasî, jiber nivîsên xwe, jiber îfade kirina fikrên xwe, bi awayekî bê hiqûqî, bi awayekî neheq, bi biryarên şikbar hatine ceza kirin û hatine girtin jî ji van guhertinên Qanûna Înfazê feydê wergirin.”

31.03.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Siyaset Haberleri

Qayimqamê Sîdenkanê: Bi ragihandina pêvajoya aştiyê, 100 gundên deverê tên avedankirin
Berdevkê AK Partiyê li ser hevdîtina HSD û Tirkiyeyê axivî
Foza Yûsif: Wê HSD ne dûr bibe dendika Artêşa Sûriyê
Nivîskara Kurd Karoş Taha ji bo xelata navdar a Almanyayê bûye namzed
Mustafa Ozçelîk: Dewlet ligel Ocalan û DEM Partiyê veşartî kar kar dike